Berpirsekî DAIŞê li Bokemalê hate kuştin

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kuştina berpirsekî DAIŞê li bajarê Bokemal a li Sûriyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kuştina berpirsekî DAIŞê li bajarê Bokemal a li Sûriyê ragihand.

Di daxuyaniyekê de, Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku, ji encama êrîşeke firokeya wan di 16 vê mehê de ser bajarê Bokmal ê nêzîkî sînorê Iraqê, Fewaz Mihemed Cebîr El-Rawî hatiye kuştin.

Li gur Hevpeymaniya Navdewletî ku El-Rawî xwedî kompaniyeke guhartina diravan bû û bi riya wê kompaniyê bi milyonan Dolar alîkariya DAIŞê kiriye û pare bo wan veguhastiye.

Kampaniya El-Rawî ya bi navê Henîfe di sala 2016an de bi tuhmeta alîkariya DAIŞê dike, xiste lîsteya xwe ya cezayan.

 

Fly Erbil Advertisment