Amerîka: Li Sûriyê, hêla pêwendiyan ligel Rûsyayê vekirî ye

Tevî gefên Rûsyayê ya birîna hêla pêwendiyan ligel Amerîkayê. Artêşa Amerîka dibêje, hêla pêwendiyên ligel Rûsyayê vekirî ne, da ku ti bûyereke nexwastî li Sûriyê rû nede.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevî gefên Rûsyayê ya birîna hêla pêwendiyan ligel Amerîkayê. Artêşa Amerîka dibêje, hêla pêwendiyên ligel Rûsyayê vekirî ne, da ku ti bûyereke nexwastî li Sûriyê rû nede. 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dilon di konferanseke rojnamevanî de li Pentegonê ragihand, hêla pêwendiyan a ligel Rûsyayê vekirî ye.

Roja 18 Hizîranê Amerîka firokeyeke şer ya artêşa Sûriyê ji cura SU 22 li nêzîkî Reqayê xiste xwarê. Amerîka da zanîn ku wê firokeyên bombe li nêzîkî baregehên HSDê barandibûn.

Rûsyayê piştî wê bûyerê gotibû, hêla pêwendiyên ligel Amerîka ya derbarê selametiya firînê li asmanê Sûriyê biriye û gef li Hevpeymaniya Navdewletî xwar, ku her firokeyeke Hevpeymaniyê li rojavayê çemê Ferêt bifire, dibe ku were armanckirin.