Israilê bersîva Suriye da. Êrîşa bînkeya serbazî kir.
Ligor daxûyaniya Artêşa Israilê, bi egera êrîşek mûşekî ji alî Suriye ve ber bi devera Golanê, belafirek leşkerî êrîşê bîngehek serbazî ya Suriye kir û da ber bordûmanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor daxûyaniya Artêşa Israilê, bi egera êrîşek mûşekî ji alî Suriye ve ber bi devera Golanê, belafirek leşkerî êrîşê bîngehek serbazî ya Suriye kir û da ber bordûmanê.
Di daxûyaniya Artêşa Israîl de hate ragihandin, ku mûşeka rejîma Suriye ber bi devera bakurê Golanê ketiye û tu ziyanên canî nebûn e. Beramberî vê, bînkeya serbazî ya Suriye ku ew mûşek ji wir hatî avêtin, rastî êrîşa belafirek leşkerî ya Israilê hat.