Îsraîlê binkeyeke artêşa Sûriyê bombebaran kir

Piştî du mûşekên ji Sûriyê ve li axa Îsraîlê ketin, Artêşa Îsraîlê binkeyeke leşkerî ya rejîma Sûriyê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Piştî du mûşekên ji Sûriyê ve li axa Îsraîlê ketin, Artêşa Îsraîlê binkeyeke leşkerî ya rejîma Sûriyê bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanyekê de ragihand, hêzên Îsraîlê topxaneke artêşa Sûriyê armanc girt, ku ji wê topxaneyê ve ew du mûşek berve Îsraîlê ve hatibû avêtin.

Berî niha artêşa Sûriyê du mûşek avêtibûn girên Colanê yên aliyê Îsraîlê, li hember vê yekê jî artêşa Îsraîlê topxaneya rejîma Sûriyê bombeberan kir.

Piştî ketina herdu guleyên Sûrî li bilindahiyên Colanê, Artêşa Îsraîlê hişyarî da Şamî.

Berdevkê artêşa Îsraîl Ronin Manilis ragehand ku, rejîma Sûriyê berpirsyariya her sînor bezandinekê digre stûyê xwe û Îsraîl jî dê bersiva her destdirîjiyekê bide.

Ji dawiya meha borî ve, çend mûçek ji aliyê Sûriyê li xaka Îsraîlê dikevin, Îsraîl jî her car bersiva wan dide.