Hêzên Nûxba xwe ji Operasyona Reqayê vekşandin

Ligor Rewangeha Mafên Mirovan a Suriye, Hêzên rêxistina Nûxba ya girêdayî Serokê berê yê Itîlafa Suriye Ahmet el-Carba, ragihand ku hêzên xwe ji taxên Reqayê Meşleb, Sinaa, Bab Bexdad û Reqayê Kevn vedikşîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Rewangeha Mafên Mirovan a Suriye, Hêzên rêxistina Nûxba ya girêdayî Serokê berê yê Itîlafa Suriye Ahmet el-Carba, ragihand ku hêzên xwe ji taxên Reqayê Meşleb, Sinaa, Bab Bexdad û Reqayê Kevn vedikşîne.

Herweha hate ragihandin ku xebat tê kirin, ku ew carek din vegerin Operasyona rizgarkirina Reqayê.

Egerên vekşandina vê hêzê çi ye, nehatiye ragihandin.

Hêzên Nuxba ser bi Serokê Teyar El-Xed Ehmed El-Cerba ve ye, ji qonaxa duyem ya operasyona kontrolkirina Reqayê ve bi HSDê re beşdarî operasyonê bûbû, ew jî piştî ku bi Amerîka re rêkeftin bo beşdarbûna wan hate kirin.

Herwiha ji destpêka operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê jî bi HSDê re beşdarî operasyonê bûbû.