Bernameya Xwaraka Cîhanî alîkariyan digihîne Parêzgeha Reqayê

Ji 3 salan ve, ji bo cara yekem Bernameya Xwarka Cîhanî (WFP) alîkariyan xwarinê digihîne Reqayê, bi riya di navbera Heleb û Qamişlo de.

K24 – Navneda Nûçeyan

Ji 3 salan ve, ji bo cara yekem Bernameya Xwarka Cîhanî (WFP) alîkariyan xwarinê digihîne Reqayê, bi riya di navbera Heleb û Qamişlo de.

Bernameya Xwaraka Cîhanî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihand, wan bi riya bejahî ya di navbera Heleb ya di bin kontrola rêjîmê de û bajarê Qamişlo yê di bin kontola Rêveberiya Xweser de bikar aniye û alîkariyên xwarinê gihandine navçeyên Reqayê.

Li gor wê rêxistinê ji sê salan ve cara yekem e ku riyên bijahî bikar anîne û alîkar gihandine bajarokê navçeya Mensûra ya bi 30 k.m li rojavayê Reqayê dikeve.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di destpêka meha Hezîranê ve navçeya Mensûra ji destê DAIŞê kontrol kiribû.

Herwiha wê rêxistinê aşkere kiriye jî, ku ji destpêka Hezîranê ve û heta niha 52 karwanên xwarinê gihane navçeyên Reqayê yên ji aliyê HSDê ve hatine rizgarkirin.

HSDê qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina derdora Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. 6 Hezîrana 2017an jî dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kir.

Bernameya Xwaraka Cîhanî mehane alîkariyên xwarinê dide nêzîkî 4 milyon Sûriyan.