Amerîka welatiyên xwe yên Tirkiyê hişyar dike

Amerîka hişyarî dide welatiyên xwe yên Li Tirkiyê dijîn, ku ji cih û warên qelebalix bidûr bikevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka hişyarî dide welatiyên xwe yên Li Tirkiyê dijîn, ku ji cih û warên qelebalix bidûr bikevin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê ji malpera xwe ya fermî bi boneya salvegera hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê hişyarnameyek belav kir.

Di hişyarnameyê de hate gotin bi boneya salvegera hewla derbeya leşkerî dê li Tirkiyeyê çalakî û kombûn bi rê ve biçin. Metirsî heye ku di wan çalakiyan de bûyerên tundiyê rû bidin û divê welatiyên wan ji cihên qelebalix bidûr bibin.

Sala par li Tirkiyê komek leşkerên di nav artêşê de hewla derbeyeke leşkerî kiribûn, lê hewla wan biser neketibû.