Wênexêza biçûk, hunereke mezin diafirîne
Li Diyarbekirê keçeke 12 salî ya bi navê Dîlara di warê Wênexêziyê de 2 caran di cîhanê de bûye yekem. Dîlara, wênexêziyê wek parçeyeke ji jiyana xwe dibîne û niha daxwazek wê heye ku pêşangeke ji berhemên wê pêk tê li dar bixe.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê keçeke 12 salî ya bi navê Dîlara di warê Wênexêziyê de 2 caran di cîhanê de bûye yekem. Dîlara, wênexêziyê wek parçeyeke ji jiyana xwe dibîne û niha daxwazek wê heye ku pêşangeke ji berhemên wê pêk tê li dar bixe.
Li Diyarbekir, li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û di cîhanê de; di van hemû qadan de di warê wênexêziyê de Dîlara Ozdemîr a ku 12 salî ye bûye yekem. Dîlara Ozdemîr ji roja ku destê wê hînî pênûsê bûye û heta niha meyla wê li ser wênexêziyê ye û heskirina wê ya wênexêziyê ji wê re gelek serkeftin jî anîne. Dîlara dibêje motîvasyona wê ya sereke di jiyanê de wênexêzî ye.
Wênexêz Dîlara Ozdemîr ji K24ê re wiha dibêje: "Wênexêzî parçeyek ji jiyana min e. Bi teybetî dema ku ez xemgîn bim bi wênexêziyê ez hestên xwe îfade dikim. Ez ji hemû rengan hes dikim. Berhemên min dişibînin berhemên wênexêzê cîhanî û navdar Pablo Picasso. Bi rastî ez jî ji Picasso gelek hes dikim."
Dîlara Ozdemîr bala gelek siyasetmedaran jî kêşandiye û heta Serokkomar Recep tayyîp Erdogan ji berhemên Dîlara Ozdemîr haydar e û berhemek wê jî di Kuliyeya Serokkomariyê de tê pêşandan. Dîlara bi çavê pîşe li wênexêziyê nanêre. Ji ber wê yekê ew amaje dike ku ew di dahatûyê de çi karî bike dê wênexêzî di jiyana wê de hebe.
Dîlara Ozdemîr got jî: "Armanca min ew e ku ez bibim parêzer û paşê jî bibim parlementer. Lê ez çi karî bikim ji bom in ferq nake. Dê wênexêzî her di jiyana min de hebe. Mirov carnan bi rêya nivîsê hestên xwe tînin ziman. Ez jî bi rêya rengan û wênexêziyê."
Dîlara Ozdemîr her çiqas di qada neteweyî û navneteweyî de gelek serkeftin bidestxistibe jî niha ji ber bêderfetiyê nikare projeyên xwe pêk bîne. Dîlara dixwaze ku pêşangeheke ji berhemên wê pêk tê li dar bixe û xebatên xwe yên ku nehatine dîtin bi xelkê re parve bike.