Nivîskar û mafnasên Rihayê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin
K24 – Riha
Li Bakurê Kurdistanê her ku diçe piştgira ragihandina serxwebûna Kurdistanê zêde dibe. Nivîkar û mafnasên Rihayê amaje bi wê yekê dikin ku hiqûqa navdewletî bi awayeke aşkere rê dide serxwebûna Kurdistanê û divê Kurd jî li ser bidestxistina vî mafê xwe xwedî biryar bin.
Bajarê pêxemberan ango Riha jî wekî Mêrdînê xwedî çandeke qedîm û rengîn e. Li vir jî Kurd, Tirk û Ereb bi hev re dijîn. Nivîskar Musbah Hîcrî li ser çanda dewlemend a Rihayê berhên nivîskî dane. Hîcrî, dibêje divê Kurd jî li çanda xwe ya qeqîm xwedî derkevin û ji bo ku dewleteka Kurdan jî hebe û di cîhanê de were naskirin pêwîst e hemû aliyên Kurdan piştgiriyê bidin pêvajoya serxwebûnê.
Nivîskar Musbah Hîcrî ji K24ê re got jî: "Ev tiştekî rind e û tiştekî mezin e, ev ji me re jî serferaziyeke mezin e. Îro li Iraqê Kurdistan ava bibe ev hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkan tiştekî gelek baş e. Lewra em gelek Kurd li Tirkiyeyê dijîn. Hingê dê îtîfaqa me baştir çêbibe. Ev jî tiştekî gelekî cûda ye û gelekî rind e."
Li Rihayê bi sedhezaran penaberên Kurd û Ereb jî dijîn. Çavdêrên siyasî dibêjin ku heger dewletên Rojhilata Navîn mafên demokratîk yê welatiyên xwe nas neke dê hîn jî welatiyên wan koçî dewletên din bibin, lê belê dewlet hebe û azad be dê her kes bi fikr û çanda xwe li ser axa xwe bijî.
Li gorî mafnasan cerebeya Kurdan ji bê dewletbûnê heye û Kurd dê li gorî pîvan û peymanên cîhanî dewleteke azad û demokratîk ava bikin.
Nivîskar û mafnasên Rihayê amaje bi wê yekê dikin ku, Kurdan gelek êş û azarên giran kişandine û gelek beledên giran dane lê piştî reşê rewşen tê û serxwebûna Kurdistanê jî rewşena hemû Kurdan e.