Pentagon: Tirkiye hêzên me tûşî metirsiyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka (Pentagon) radigihîne, aşkerekirina ajansa “Anadolu” ji cihê navendên leşkerî yên Amerîka yên li Sûriyê, hêzên wan yên leşkerî tûşî metirsiyê kirine.

Ajansa “Anadolu” pêr cihê 10 navend û baragehên hêzên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê bi hûrî aşkere kiribû.

Berdevkê Pentagonê  Eric Bahon got: “Belavkirina zanyariyên leşkerî yên hestiyar, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tûşî metirsiyên ne pêwîst dike, dibe ku jî operasyonên jinavbirina DAIŞê rawestîne.”

Bahon got jî: “Em nikarin bi tenê lêkolînê derbarê jêderên ku ev raport belav kirine bikin, lê em nîgeran in ku hevpeymaneke me ya di NATO de hêzên me bi mebest tûşî gef û metirsiyan bike.”

Herwiha got, Amerîka nîgeraniya xwe di vê derbarê de ji Tirkiyê re derbiriye.

Ji ber alîkariya Amerîka ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re di operasyona kontrolkirina Reqayê de, pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîka de sar bûne.