Komisyona Hilbijartinan bersiva Serokê Herêma Kurdistanê dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê îro bersiva daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê diyarkirina roja hilbijartinên serokatiya herêm û parlementoyê dide.
Peyamnêrê K24ê ragihand, serok û endamên Komisyona Bilind a Hilbijartinan bo bersiva daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê diyarkirina roja hilbijartina serokê herêmê p parlementoya Kurdistanê de di civînê de ne.
Herwiha got jî, Komisyona Bilind a Hilibijartinên Herêma Kurdistanê di civînê de jî danîna sindoqan bo encamdana referandûmê li her yek ji bajarokên Hiwêca û Tileferê gotûbêj dike.
Peyamnêrê K24ê amaje bi wê jî da, birêvebirina referandûmê û hilbijartinên serokartiya herêmê û parlementoya Kurdistanê li dû hev, girift ji komisyonê re çê kiriye.