Trump bala Îranê kişand

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump carek din bala Komara Islamî ya Îranê kişand.

Trump got: ger Îran rêkeftina atomî bicîh neyîne, dê encamên gelek, gelek xerab ji bo Tehranê rû bidin.

Ev daxûyaniya Trump di dema civînek wî li Youngstown, Ohio hate dan.

Herweha di hevpeyvînek di Wall Street Journal de Trump diyarkir ku, baweriya wî gelek kêm e ku Îran rêkeftinê bi temamî bicîh bîn e.