Îran dê bersîva Amerikayê bide

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî bi zimanek tûnd bersîva Amerikayê da. Got ku, hemberî biryara Kongresa Amerikayê em bêdeng namînin, em jî dê bersîva wan bidin.

Di civîna Encûmena Wezîran de Rûhanî ragihand ku, “Ger dijmin hin sozên xwe bicîh neyîne, em jî dê hin sozên xwe bicîh neyînin. Ger tevayiya sozên xwe binpê bike, em jî dê tevayan binpê bikin”.

Rûhanî destnîşankir, di siyaseta wan de tu guhertin çênabin û bi van kiryaran ew serê xwe liber Amerika natewînin.

Duhî Amerika biryar dabû ku, kiryar û sizayên nû hemberî Îran, Rusya û Koreya bakur lidar bixe.