Li Swêdê amadeyiyên piştgiriya mezin ji Referendûmê re
K24 – Navenda Nûçeyan
Li paytexta Swêdê Stockholmê, bi nave – Ji bo aştiya cîhanî û demokrasiyê piştgiriya referendûma Kurdistanê bike! Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê xwepêşandanek mezin ji bo piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê lidar dixin. Xwepêşandan roja 16ê Îlonê, saet 13:00an li Medborgarplatsen / Stockholm lidar dikeve.
Di bangewaza xwepêşandanê de insiyatifgiran nivîsandiye:
- 40 milyon Kurd çaremîn gelê mezin li Rojhilata Navîn in,
- Mezintirîn gel ê bêdewlet ên cîhanê ne,
- Kurd di her bereyê de şerê DAIŞ dikin,
- Kurdistan modelek berçav a demokrasî û sekularizmê ye,
- Herêmek ewle û aştiyane ye,
- Pêşerojek baş ji bo hemû pêkhate û olan e.