Li Swêdê amadeyiyên piştgiriya mezin ji Referendûmê re

K24 – Navenda Nûçeyan

Li paytexta Swêdê Stockholmê, bi nave – Ji bo aştiya cîhanî û demokrasiyê piştgiriya referendûma Kurdistanê bike! Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê xwepêşandanek mezin ji bo piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê lidar dixin. Xwepêşandan roja 16ê Îlonê, saet 13:00an li Medborgarplatsen / Stockholm lidar dikeve.

Di bangewaza xwepêşandanê de insiyatifgiran nivîsandiye:

  • 40 milyon Kurd çaremîn gelê mezin li Rojhilata Navîn in,
  • Mezintirîn gel ê bêdewlet ên cîhanê ne,
  • Kurd di her bereyê de şerê DAIŞ dikin,
  • Kurdistan modelek berçav a demokrasî û sekularizmê ye,
  • Herêmek ewle û aştiyane ye,
  • Pêşerojek baş ji bo hemû pêkhate û olan e.