Li Hamburg kesekî bi kêrê êrîşî xelkê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Hamburg a Almanyayê di marketekê de kesekî bi kêrê êrîşî xelkê kir. Hate ragihandin ku, di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da ye û çendîn brîndar hene.

Êrîşkar ji alî polisan ve hate girtin. Heta niha Polîsê Hamburg diyar nekiriye ku, ev êrîş terorî ye yan na.