Klockner: Alîkariyan ji Tirkiye re rawestînin!

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgira Seroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kristiyan (CDU) a Almanyayê Julia Klockner, daxwaz kir ku, alîkariyên ji bo Tirkiye di çarçoweya berendametiya Tirkiye ya Yekîtiya Ewrûpa de bên rawestandin.

Ligor nûçeya Deutsche Welle Klockner destnîşankir ku, alîkariyên ji Tirkiye re tên kirin, di pêvajoya pêşxistina dewleta huquqê û demokrasiyê de tên kirin, lê niha pêvajoyek berovajî li Tirkiye pêk tê.

Di pêvajoya amadekariyên ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpa de hatiye plankirin ku di navbeyna salên 2014an heta 2020an de 4 milyar 450 milyon Euro alîkarî ji Tirkiye re bê kirin.

Ev demek e pêwendiyên di navbeyna çendîn welatên Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiye de aloz bûn e, herî zêde jî di navbeyna Almanya û Tirkiye de.