Li Efxanistanê, li mizgeftê teqîn: 20 kuştî

K24 – Navenda Nûçeyan

Di mizgefta Cewadiye li navenda Heratê li Efxanistanê xwekujekî xwe li ber deriyê mizgeftê teqand û êrîşkarek duyem bi teqe li xelkê reşand.

Ligor agahdariyên destpêkî 20 kesan jiyana xwe ji dest da ye û 15 kes jî brîndar in.

Di mizgeftê de xesarek mezin rûdaye.

Tê pêşbînîkirin ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Heta niha tu rêxistinê êrîş ne girtiye stûyê xwe.