DAIŞê gefê li Trump dixwe

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞ gefê li Serokê Amerîka dixwe û soza encamdana êrîşeke nû li Amerîka dide.

Li gor dawî vîdyoyên DAIŞê, ku fîlmekî nîv demjimêrî ye û behsa çekdarên biyanî yên li Reqayê şer dikin, dike. Çekdarekî DAIŞê yê xwedî nasnameya Brîtanî kêr kiriye destê xwe û ji bilî ku Donald Trump bi “Firawinê Serdemê” binav dike, gefa encamdana êrîşrkê di kûrahiya xaka Amerîka de dike.

Ji ber propagandeyê û dîmenên bi xwîn, K24 pêwîst nedît ku wê vîdyoyê belav bike, di beşeke vîdyoyê de ew çekdarî biyanî li tenişt çekekî otomatîkî rawestiye û dibêje: “Bila Firawin Serdemê bizane, îavê me li Qestentînya û Romayê ye û di nava malên we de seriyan dibirin û tola Mûsilê û Reqayê hiltînin.”

Ew vîdyo li Reqayê hatiye tomarkirin û propaganda û banghêşt ji bo çekdarên DAIŞê ye, ku niha ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ji çar aliyan ve hatine dorpêçkirin û rojane HSD navçe û taxake nû kontrol dikin û dixwazin DAIŞê ji cihê wê ya sereke derbikin.