Kongreya Kurdên Sowyet a berê piştevaniya referendûmê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Kongreya Kurd: Hemû Kurdên Sovyetistana berê piştewaniya Referanduma Serxwebûnê dikin!
Kongreya Komeleyên Kurd (KKK) îro li serbajarê Kirgizîstanê Bîşkekê kom bûn. Delegeyên ji Rûsya, welatên Qefqasya û Asya Navîn civînek ji bo referanduma serxwebûnê derbas kirin.
KKK, ji nêzîkî 20 dezgeh, komeleyên civakî û çandî pêk tê. Di nav endamên Kongreyê de gelek Kurdê binavûdeng, rewşenbîr, kesayetiyên zanyar jî hene.