Nauert: Em tevkujiya Şingalê jibîr nakin

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Amerikayê Heather Nauert ji konferansa rojnamevanî de, 3 saliya jenosîda biser Kurdên Êzdî yên Şingalê bibîr anî û diyarkir ku, ew vê tevkujiyê jibîr nakin.

Nauert herweha anî ziman ku, rêxistina terorî DAIŞ kiryarên nemirovane hemberî Êzdiyan, Kristiyanan û Şîayan pêkanîn. Wêneyên van tevkujiyan bi zindî di bîra xwediyên qurbaniyên van kerasetan de ye. Ew ji ber vê yekê gelek xemgîn in.Li devera Şingalê heta niha 40 gorên bikom hatine dîtin.