Ciwanên bakur dê bimeşin heta Hewlêrê

K24 – Navenda Nûçeyan
Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê, ji bo diyarkirina piştgiriya xwe di 11ê Îlonê de ji deriyê sînorî yê Ibrahîm Xelîl, heta Hewlêr a paytext dê bimeşin.
Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê Jiyan Timurtaş diyar dike ku, ew di nav xebatê jib o referendûma serxwebûna Kurdistanê ne û mafê serxwebûnê wekî hemê milletan mafê millet Kurd e jî. Ji bo pîrozkirina biryara referendûmê vê xebatê lidar dixin.
Di meşê de dê herweha hunermend cîh bigirin û bi hunera xwe geşê bidin vê xebata ciwanan.