Amerîka hêzeke din li Reqayê dirust kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê general Ryan Dilon ragihand, bo parastina asayişa Reqayê rahênan bi 850 kesên xwebexş kirine û erkên wan parastina navçeyên ku ji DAIŞê hatine pakirin e.
Ryan Dilon bi riya vidyoyê beşdarî ji Bexdayê beşdarî konferanseke rojnamevanên li Wezareta Bergîriyê ya Amerîka kir û ragihand, heta niha beşek ji wê hêzê ku bi Hêza Asayişa Navxwe tê naskirin, li navçeyên ku ji DAIŞê hatine pakirin bicih bûne.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî got jî, Hêza Asayişa Navxwe ya Reqayê piraniya wan Ereb in û ji xwebexşên xwecihî yên li dijî DAIŞê pêk hatine, yek ji erkên wan jî ew e rêgiriyê li vegera çekdarên DAIŞê bikin.
Dilon ragihand, di vê hefeyê de 230 kesên din xuleya rahênanê bidaw dikin û ew jî diçin nava wê hêzê. Niha hejmara wan gihêştiye 850 kesî, ku li ser çek, rûbirûbûna çekdaran, pişknîn û operasyonan hatine perwerdekirin.
Herwiha amje bi wê da, girîngî bi asayişa navxwe gelekî heye, Hevpeymaniya Navdewketî jî berdewam e bi lêkolînê derbarê formên kesên ku dixwazin tevlî wê hêzê bibin.