Fraksiyona PDKê pêşwazî li hewlên aktîvkirina parlemento dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di parlementoya Kurdistanê de radigihîne, pêşwazî li hewlên dest bi aktîvkirina parlemento û çareserkirina pirsgirêkên yasayî û siyasî dikin.

Di daxuyaniyekê de Fraksiyona PDKê ragihand, “Di demkê de ku Kurdistan berve qonaxeke hestiyar ve gavan davêje û gelê Kurdisanê bo yekem car di dîroka xwe de bi azadî biryarê li ser çarenivîsa xwe di riya rapirsiyeke giştî dide, ev jî xebata ji mêj vey a gelê me ye û berhema xwîna şehîdan û xweragiriya Pêşmergeyên qehreman e.”

Fraksiyona PDKê amaje bi wê kir, “Îro ji hemû demekê zêdetir bi yekrêziya hêzên siyasî pêwîst e û divê nakokî û cudahiyan bidin aliyekî û di çarçova stratejiyeke niştimanî de tevahiya berjewendiyên partîtî û siyasî yên xwe birêk bixin.”

PDK tekezî li wê yekê kir, “Em wek Fraksiyona PDKê di parlementoya Kurdistanê de pêşwazî li hewlên dest bi aktîvkirina parlemento û çareserkirina tevahiya pirsgirêkên yasyî û siyasî dikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Fraksiyona PDKê hêvî jî xwast ku di çarçova tewafiq û sazana siyasî de tevahiya pirsgirêkan li ser masa guftûgo bên çareserkirin.

Frasiyona PDKê ragihand jî, divê parlementoya Kurdistanê di zûrtirîn dem de dest bi rûniştinan bike û piştgîriya referandûm, jiyan, xizmetguzarî, mûçe û çarenivîsa navçeyên Kurdistanî ên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê kar bike.

PDKê bang li hemû aliyan kir jî, “Em hemû bi hev re di dema kurt a mayê de, berjewendiyên welatiyan bikin armanc û bi hev re em xwe bo hilbijartina parlemento û serokatiya Herêmê amade bikin.”