Zuhal Demir ji hevwelatiya Tirkiye derdikeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyên di medyaya Tirkiye de, Wezîra dewletê ya yeksanî û zanyariyê ya Belçîkayê Zuhal Demir biryar daye ku ji hevwelatiyê Tirkiye derkeve û tenê wekî geştyar seredana Tirkiye bike.

Demir vê biryara xwe jî vedigerîne, dûrketina Tirkiye ji nirxên demokrasiyê, mafên jinan û mafên neteweyan tên binpêkirin.

Medya Tirk Zuhal Demir wekî Tirk binav dike. Lê, ev yek ne rast e! Zuhal Demir Kurd e. Ji xelkê Dersîm – Elezîz a bakurê Kurdistanê ye û herdem  Kurdbûna xwe bi serbilindî tine ziman.

Di dema seredana Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî de jî, di delegasyona Belçikayî ya pêşwazîkirina Serokê Kurdistanê de cîh girt. Germiyek mezin di pêşwazîkirina Serok Barzanî de nîşan da.