Mela Bextiyar: Sedema paşxistina aktîvkirina parlemento diyar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de derbarê aktîvkirina parlementoyê de Berpirsê Karîger ê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar radigihîne, roja aktîvkirina parlementoyê hat paşxistin , heta derfet hebe Tevgera Goranê û Komela Îslamî jî bicivin.

Di daxuyaniya Mela Bextiya de hat, parlemento di roja 13 Tebaxê aktîv nebû. Di civîna Encûmena Bilind a Referandûmê ya 29 Tîrmehê de hat, ku di dema 2 hefteyan de parlemento bê aktîvkikirin. Di civîna roja 8 Tîrmehê de jî li ser daxwaza Mela Bextiyar akîtvkirina parlemento bo çend rojên hat paşxistin.

Daxuyaniyê sedema paşxistina aktîvkirina parlementoyê jî diyar kir ku, ji derfet çê bibe Tevgera Goranê û Komela Îslamî ya Kurdistanê jî bicivin û biryara xwe bidin.