Fox News, Kurdistan û Iraq wekî 2 welatên cuda nîşan da
K24 – Navenda Nûçeyan
Qanal a telewizyonî ya navdar a Amerîkî di nûçeyên xwe girêdayî kuştina 2 serbazên Amerîkî de, gava nexşeya herêmê weşand, Kurdistan û Iraqê wekî du welatên cuda nîşan da.
Ji derveyî Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê, herweha Kerkûk, Zummar, Şingal, Xaneqîn û Gulale jî di nav nexşeya Kurdistanê de hate nîşandan.
Di dema dawî de, medyaya Amerîkî gava nexşeya herêmê diyar dike, Iraqê û Kurdistanê wekî du welatên cuda nîşan dide.