Li Mêrdînê ji bo referandûmê xebat hatin destpêkirin

 

K24 – Mêrdîn

Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par'ê, kongreya xwe ya asayî ya yekemîn li Mêrdînê li dar xist û digel kongreyê, şaxa partiya xwe ya Mêrdînê jî vekir. Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par'ê Refîk Karakoç, di kongreya partiyê de da zanîn ku di pêvajoya niha de pêwîstî bi xebatên piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê heye û ew ê digel şaxên ku li bajar û navçeyên bakûr vedikin, giraniyê bidin ser xebatên piştgiriya Referandûma Kurdistanê.

Li bajarê Bakûrê Kurdistanê, li Mêrdînê; Şaxa Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par'ê hat vekirin û digel vekirina Şaxa Mêrdînê, Kongreya Asayî ya Yekemîn hat lidarxistin. Di kongreya asayî ya Hak-Par'ê de giraniya mijaran li ser biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hat rêvebirin.

Serokê Giştî yê Hak-Par'ê Refîk Karakoç da zanîn ku ew ê wekî partî, ji bo piştgiriya xwe ya Referandûma Kurdistanê, xebatan bimeşînin.

Refîk Karakoç ji K24ê re jî wiha axivî: "Ji bo ku em hinek xebatên vekirî bikin, Rewşa Awarte li pêşiya me asteng e. Li Diyarbekirê hemû xebatên me hatin qedexekirin, nahêlin ku em xebatên ji bo piştgiriya referandûmê bi rê ve bibin. Lê belê nikarin devên me jî bigirin. Em ê di hemû civînên xwe de di hemû çalakiyên xwe de li hemû deran piştgiriya xwe bînin zimên."

Li Mêrdînê gelek sazî û dezgehên siyasî û civakî piştgiriya xwe ya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ragihandibûn. Di kongreya Hak-Par'ê de jî nêzîkahiya xelkê Mêrdînê ya ji bo referandûmê bi dorfirehî hat nirxandin û hat diyarkirin ku ew ê jî wekî Şaxa Hak-Par'ê ya Mêrdînê bê şert û merc piştgiriya Referandûmê bikin.

Çavdêrê Siyasî Îbrahîm Guçlu jî wekî endamê Dîvana kongreyê di nav xebatan de cih girt û li ser wateya Serxwebûna Kurdistanê van nirxandinan kirin. Îbrahîm Guçlu got: "Kurdistanek ava bibe jî dê dewleteke pir-alî, pir-partiyî û pir-parlementerî be. Di dewleta Kurdistanê de dê mafên her kêmneteweyan hebin.Ev dewlet, dewleteke Kurdistanê ye, ne dewleta Barzaniyan e, hinek kes dixwazin ku propagandayê bikin û bibêjin ku ev dewlet dê dewleta Barzaniyan be, ne ne wisa ye."

Ji diyarkirina dîroka Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25'ê Îlonê û heta niha, li gelek bajar û navçeyên bakûr, peyamên piştgiriya referandûmê hatin ragihandin. Li gorî nirxandinên nûnerên siyasî û civakî yên Mêrdînê jî; xelkê bajêr bi awayekî erênî pêşwaziya biryara serxwebûnê dike û vê biryarê di nav xelkê de wekî hêviya tifaqa Gelê Kurd hatiye nirxandin.