Gabriel: Zextên aborî beramberî Tirkiye berhemdar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Almanyayê dibêje, helwest û bergiriyên wan hember Tirkiyê encamên xwe dane. Digel vê ew zîndanîkirina welatiyên xwe li Tirkiyê qebûl nakin.

Sîgmar Gabrîel Wezîrê Derve, bersiv da pirsên rojnameya Stadt-Anzeîger û da xuyakirin, zextên aborî li ser Tirkiyê encamên xwe dane.

Gabrîel got, piştî girtina parêzvanên mafên mirovan û hin welatiyên Almanya, wezareta derve helwesta xwe tund kiribû û Tirkiye neçar ma ku lîsteya kompaniyên Almanî ku bi piştevaniya terorê dihatin tawanbarkirin, paşde bikşîne.

Da zanîn ew dizanin banga wan a bo neçûna geştiyaran, zerer daye xebatkarên geştûguzara Tirkiyê, lê ew rê nadin ku Serokomar Erdogan bi asanî bikare welatiyên wan bixe zîndanê