Iran li Suriye kargeha mûşekên dûravêj ava dike?
K24 – Navenda Nûçeyan
Medya Israilê iddiayek giran hemberî planên Komara Islamî ya Îranê li Suriye belavkir ku, Îran destpêkiriye kargehek mûşekên dûravêj ava dike.
Kanala 2 a Israilê diyarkir, Îranê li Suriye li bajarokê Benyas nêzîkî Derya Spî destpêkiriye kargehek mûşekên dûravêj ava bike. Herweha bi wêneyên ji esman ve hatî girtin, cîh û xebatên avakirina vê xebata Îranê nîşan kir.
Ligor pîsporên Israilî ev kargeh, wekî kargehek mûşekî li nêzîkî Tehranê ava dibe û ev “Xeta Sor” ji bo Israil e.
Berî demekê Serokwezîrê Israilê bal kişandibû ser ku, Iran li Suriye xwedî bernameyên stratejîk e û li Suriye bandora xwe ya serbazî berferehtir dike. Waşington û Rusya liser vê babetê agahdar kiribû û xwestibê hevkariya her du welatan rê nede berferehiya berjeweniyên serbazî yên Îranê li Suriye.