Pêşmerge êrîşa DAIŞê li başûrê Kerkûkê şikandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva borî çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê ji du cihan ve êrîşî li ser eniyên Pêşmerge kirin, hêza Pêşmerge jî her du êrîşên DAIŞê şikandin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, şeva borî çekdarên DAIŞê li Daqoq û Xurmatû êrîşî ser eniyên Pêşmerge kirin, hêza Pêşmerge rûbirûyî çekdarên DAIŞê bûn û êrîşa wan şikand û çekdarên DAIŞê bi paş ve vekişiyan.

Got jî, di wî şerî de hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndar bûn. 2 Pêşmergeyên Lîwaya 11 şehîd bûn û hejmarek din jî birîndar bûn.

Ji 2 hefteyên borî de, DAIŞê li sînorê Daqoq û Xurmatûyê çend êrîş birin ser eniyên Pêşmerge, lê tevahiya êrîşên DAIŞê hatin şikandin.

 

Fly Erbil Advertisment