Pêwendiyên aborî yên Hewlêr û Enqere bihêztir dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Plandan a Kurdistanê Elî Sindî ligel delegasyonek pîspor ligel Wezîrê Aborî yê Tirkiyê Nihat Zeybekçi re civiyan. Di civînê de liser pêwendiyên her du welatan hate rawestandin û daxwaza pêşkeftina van têkiliyan hate ziman.
Di daxûyaniya xwe ji rojnamevanan re Sindî destnîşankir ku, pêwendiyên aborî yên bihêz ên her du welatan hene. Tenê sala borî derdora 10 milyar dolaran pêwendiya aborî navbeyna Kurdistan û Tirkiyê de hebûye. Di 7 mehên îsal de jî ev pêwendî derdora 5 milyar dolaran e.
Tirkiye û Kurdistan liser vê yekê amade ne ku, têkiliyên xwe yên aborî zêdetir pêşve bibin û di vê çarçoweyê de xebatên hevbeş dê lidar bikevin.
Wezîrl Plandan a Kurdistanê herweha anî ziman ku, pirsa referendûma serxwebûna Kurdistanê di hevdîtinê de nehatiye rojevê, pirsên hatî axaftin zêdetir di çarçoweya pêwendiyên aborî de bûn e.