Li Kerkûkê 25 bergûmanên DAIŞê hatin desteserkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên ewlekariyê yên parêzgeha Kerkûkê îro dest bi hilmeteke desteserkirina terrorist û bergûmanan kirin û 25 kesên bergûman desteser kirin.
Li gor zanyariyên efserekî ji aşayisa Kerkûkê, helmet îro danê sibê dest pê kir û armanca wê desteserkirina endamên şaneyên nivistî yên DAIŞê li gundekî rojavayê Kerkûkê.
Hêzên asayişa Kerkûkê bi hevbeşî ligel polîsa qeza û navçeyên Kerkûkê dest bi hilmetê li gundê Baciwanê yê ser bi qezaya Dibis kirin û 25 bergûman hatine desteserkirin.
Rêvebirê Polîsa Qeza û Navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji K24ê re ragihand, ewên hatine desteserkirin ser bi çekdarên DAIŞê ve ne û navên wan li cem hêzên ewlehiyê hebûn.