Barzanî: Referandûm û serxwebûn bo rêgirtina li xwînrêtin û dubarenebûna karesatan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova hevdîtinekê de ligel Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Elî Ebdulezîz ragihand, “Herêma Kurdistanê  li navçê fakterê aramiyê bû, piştî referandûm û serxwebûnê jî bi heman awayî dibe faktereke bihêz ê parastina aramiyê li navçê.”

di beşeke din de Serokê Herêma Kurdistanê behsa biryara 7 Hezîranê ya aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û diyarkirina roja 25ê Îlonê bo birêvebirina referandûmê bi helwesteke dîrokî û niştimanî binav kir û tekezî li ser wê kir, “Referandûm û serxwebûn bo rêgirtina li xwînrêtin û dubarenebûna karesatan e.”

herwiha Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, “Pêşerojeke geş çaverêyî xelkê Kurdistanê dike, ji ber ku rewşa Kurdistanê, herêmê û navdewletî ne wek qonaxa berê ye. Tekez kir jî, gelê Kurdisatanê bi vîn û hêza xwe doza xwe ya rewa berve pêş ve dibe.

Di hevdîtinê de, Îrfan Elî Ebdulezîz telezî li ser helwesta Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ya piştevaniya referandûm kir û bi biryareke dîrokî û niştimanî binav kir û amadehiya xwe û partiya xwe bo serxistina proseya referandûmê nîşan da û rewşa siyasî ya navxweyî û pêşhatên siyasî yên herêmê gotûbêj kirin.