Îran: Amerîka piştevanê serxwebûna Kurdistanê ye

Berdevkê Komîta Asayişa Netewî û Siyasetên Derve ya Parlementoya Îranê dibêje, Amerîka di bratîkê de piştevaniyê li serxwebûna Herêma Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Komîta Asayişa Netewî û Siyasetên Derve ya Parlementoya Îranê dibêje, Amerîka di bratîkê de piştevaniyê li serxwebûna Herêma Kurdistanê dike.

Berdevkê Komîta Asayişa Netewî û Siyasetên Derve ya Parlementoya Îranê Hisên Neqewî ji malpera fermî ya parlementoya Îranê re ragihand, Washington di bratîkê de piştevaniyê li cudabûna Herêma Kurdistanê dike û piştevanê sereke ya serxistina proseya referandûma Kurdistanê ye, lê di medyayê de behsa wê babet nake.

Ew endamê parlementoya Îranê wan hewlên Amerîka bi destêwerdana di karûbarên Rojhilata Navîn binav dike û piştevaniya welatê xwe bo parastina yekperçeya xaka Iraqê dupat dike.