“Pêwîstiya Amerîka bi dewleta Kurdistanê li Rojhilata Navîn heye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Karûbarên Navdewletî li San Diego li wîlayeta Californiyayê David Edick, ku nûnerê û çalakvanên çendîn gel û netewan tê de endam in, piştevaniya wê encûmenê ji serxwebûna Kurdistanê re ragihand.

David Edick ji K24ê got: “Kurd hêjayî serxwebûnê ye, ji zû ve hewla serxwebûnê dide. Kurd gelek qurbanî bo azadî û bergîrîkirina li xwe daye. Di vê qonaxa hestiya ya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, pêwîst e Amerîka piştgîriyê li serxwebûna Kurdistanê bike.”

Got jî: “Pêwîst e em hevkariyê wî gelî bikin, ku buhayên wê yên hevbeş ligel me heye. Ewê ji encama Sykes-Picotê derketiye, bêheqiyeke mezin li hember Kurd. Rojhilata Navîn devereke ne aram e, divê ji bo Amerîka welatekî hevpeyman ê aram li Rojhilata Navîn hebe. Kurdistana serbixwe jî ew welate dibe.”