Komisyona Hilbijartinan dema nûkirina tomarkirina dengdaran diyar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyan ê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand, welatiyên Kurdistanê sibe dikarin serdana binkeyên tomarkirina dengdanê û navên xwe di lîsteyan de tekez bikin.

Şoreş Hacî amaje bi wê jî kir, binkeyên binkeyên tomarkirina dengdanê û navan li navçeyên Kurdistanî yên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn jî tên vekirin.

Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyan ê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Şoreş Hacî got jî: “Partiyên siyasî, rêxistinên navxwe û navdewletî û dezgehên ragihandinê jî dikarin navên xwe tomar bikin, bo bikarin çavdêriya proseya referandûm û hilbijartinan bikin.”