Esed: Şer didome!
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor nûçeyek Reuters Serokê Suriyê Beşar Esed, piştî demek dirêj hevpeyvîn da kanalek telewizyonî, ku tê de diyarkir “Şerê li Suriye bidawî nehatiye. Şer didome!”
Di hevpeyvîna xwe de Esed bi tundî siyaseta welatên Rojava li Suriye rexne dike û dibêje: “Rojava li Suriye xwedî planên veşartî bû, ew planên wan hatin têkbirin. Lê şerê li welatê me neqediya ye, şer berdewam dike. Herweha Rojava xwestin min ji desthilatê dûr bixin, nekarîn biser artêşa me de biser bikevin”.
Di dema dawî de artêşa Suriye bi hevakriya hevalbendên xwe Rusya û Îranê li gelek deverên Suriye kontrol girtiye destê xwe û şêwîrmenda Esed Buseyna Şeban ev wekî serkeftin binav kiribû.