Barzanî: Herêma Kurdistanê ji tu kesî re ne gef e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Qebûl nakin kesekî din berjewendiyên Herêma Kurdistanê diyar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Qebûl nakin kesekî din berjewendiyên Herêma Kurdistanê diyar bike.

Di beşeke din ya hevdîtin ligel rojnameya “Ukaz” ya Siûdiyê de, Serok Barzanî derbarê pirsa “Ma Tirkiyê ti name derbarê referandûmê de birê kirine?” got. “Tirkiye û di ezmûna 25 salan ji pêwendiyên stratejî de, gihêştiye wê baweriyê ku Herêma Kurdistanê ji bo wan ne gef e.”

Barzanî got jî: “Pêşveçûna herêmê di warên siyasî, ewlehî û aboriyê de ji berjewendiya Tirkiyê ye û dihêle aramî jî li Tirkiyê peyda bibe. Gelek berjewendiyên mezin ji barzirganiyê hene û me çespand ku, em ji bo Tirkiye û Îranê ne gef in. Berûvajî wê em beşdar bû di nêzîkbûna di navbera Kurdên Tirkiye û Îranê ji dewletên xwe ve.”

Derbarê pirsa, referandûm bandorê li ser Tirkiye dike, ji ber ku hejmara Kurdan li wî welatî gelek in. Barzanî dibêje: “Pirsa referandûmê girêdayî Kurdên Iraqê ye, ne girêdayî Kurdên Tirkiyê ye. Em hêvîdar in Kurd li Tirkiyê bigihin mafêm xwe, lê bi hevtêgihêştin ligel dewleta Tirkiyê û li gor rewşa wan ya taybet.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê got: “Peymanên medyayî û yên taybet gihêştine me, ku referandûm ne biryara rast e û me ji wan re got em biryarê didin.”

Barzanî jî got: “Me ji wan pirsî, ma ji piştî vê bendewariyê, çi dem guncaw e? Me ji wan re got, kîjan baştir e, aramiya navçê, lê berdewamiya şer û milmileyan? Me ji wan re tekez kir, mayînê rewşê bi vî awayî ber xwe nade, metirsî heye berve rewşeke nebaştir ve here. Me ji wan bihîst û me peyamên xwe jî gihandin wan. Tevî em rêzê li nêrîna wan digirin, lê hêvîdar in baweriya wan pê were. Em qebûl nakin kesekî din berjewendiyên Herêma Kurdistanê diyar bike.”