Mûşek li Pêşangeha Şamê ket: 16 kes bûn qurbanî

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama ketina mûşekekê li nêzîkî Pêşangeha Şamê ya Navdewletî 16 kes bûn qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, mûşeke li nêzîkî deriyê Pêşangeha Şamê ya Navdewletî ket, di encamê de 5 kesan canên xwe jidest dan û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Rewangehê amaje bi wê jî, egere heye hejmara kuştiyan zêde bibin, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Pêşangeha Şamê ya Navdewletî ku ji berî 3 rojan ve hatiye vekirin, bi hezaran kes serdana wê dike.

Heta niha nehat zanîn, kê ew mûşek avêtiye.