Opozîsyona Sûriyê pirsa mayîna Esed yekalî dike
Bi amadebûna tevahiya platformên opozîsyona Sûriyê, îro li Riyazê peytexta Siûdiyê civîna berfereh a opozîsyona bi rê ve diçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi amadebûna tevahiya platformên opozîsyona Sûriyê, îro li Riyazê peytexta Siûdiyê civîna berfereh a opozîsyona bi rê ve diçe.
Piştî çend caran ji paşxistinê, biryar e îro kongreya opozîsyona Sûriyê li Riyazê û bi amadebûna her du platformên Qahîra û Moskoyê û Îtîlafa Niştimanî ku bi rê ve biçe. Armanc jê pêkanîna şandeke opozîsyonê ji bo danûstandinên Cenêvê ye.
Biryar e jî piştî bidawîhatina civînê, navên endamên şanda opozîsyonê ji her sê platforman were destnîşankirin, bo beşdariya di danûstandinên Cenêvê de bikin.
Endamê Kurd di Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko ji K24ê re aşkere kiribû ku, tê xwastin ku kongreya Riyaza 2 de wek platformeke nû û bi nêrîneke nû bê avakirin. ENKS jî kar dike bo di kongreya Riyaza 2 de wek ENKSê beşdar bibe, ne wek beşeke ji Îtîlafê.
Herwiha tê gotin, ku mijara mayîna Serokê Sûriyê Beşar Esed di qonaxa veguhestina siyasî de jî were yekalîkirin.
Jêderekî ji Îtîlafê û jêderekî din ji Desteya Hevrêziyê (Hey'at Tensîq) amaje bi wê kiribûn, ku dibe bijardeyek ku tê de Esed 6 mehan di qonaxa veguhastinê de bimîne, di civînê de bê gotûbêjkirin.