Tirkiye ne amade ye Rewşa Awarte rake

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje heta bakurê Kurdistanê bigihije aramiyê dê şerê wan a li dijî PKKyê digel rewşa awarteyê berdewam bike.

Erdogan îro digel muxtaran hat bahev û li ser rewşa awarteyê û şerê li dijî PKKyê axifî û got: Berî niha xelkê bakurê Kurdistanê ji rewşa awarteyê nerazîbûn û dixwestin were rakirin. Dema ew bûn hikûmet di sala xwe ya yekemîn de rewşa awarteyê rakirin. Erdogan da zanîn ko rewşa awarteya wê demê û vî demê ji hevûdû cûda ne. Armanca niha ya Rewşa Awarteyê tinekirina PKKyê ye. Lewma heta bakurê Kurdistanê bigihije aramiyê dê şerê wan a li dijî PKKyê digel rewşa awarteyê berdewam bike.