Supaya Pasdaran daxûyaniyên Erdogan liser lêdana PKK red kir

Erdogan got: Iran û Tirkiye bi hevûdu re li PKK dixin, Supaya Pasdaran red kir!

K24 – Navenda Nûçeyan

Supaya Pasdaran a Îranê red dike ku digel Tirkiyê operasyonên hevbeş ji bo lêdana bingehên PKK encam bidin.

Bingeha serbazî ya Hemze, ku navenda taybet a Supaya Pasdaran li rojhilatê Kurdistanê ye, di daxûyaniyekê de diyar kir, ku di navbeyna Îran û Tirkiyê  de tu rêkeftin ji bo lêdan a bingehên PKK çênebûn e.

Herweha di wê daxûyaniyê de hatiye, tu planên wan nî nin, ku  Supaya Pasdaran   operasyonan li derveyî sînorên Îranê encam bide, û tenê ew li dijî wan hêzên çekdar şer dikin, ku derbasî nav sînorên Îranê dibin.

Piştî serdana hefteya borî ya Serokerkanê hêzên çekdarên Îranê ji bo Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan ragihand,  her dû welatan ji bo lêdan a bingehên PKK li Qendîl û Şingalê rêkeftin e.