Çawûşoglu: Mafêm Herêma Kurdistanê girîng in
Çawûşoglu ragihand, mafên Herêma Kurdistanê girîng in û derbarê referandûmê jî daxwaza berdewamiya guftûgoyan dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu ragihand, mafên Herêma Kurdistanê girîng in û derbarê referandûmê jî daxwaza berdewamiya guftûgoyan dike.
Derange şeva borî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu bi serdanekê gihêşte Bexdayê û biryar e îro ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm û Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Parlementoyê Selîm Cibûrî bicive.
Li gor zanyariyên Balyozxaneya Tirkiyê li Iraqê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Hewlêrê bike paytexta Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê jî bicive.
Çawûşoglu di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Wezîrê Derveyê yê Iraqê Îbrahîm Caferî de ragihand, bi girîngî li guftûgoyên di navabera Hewlêr û Bexdayê de dinêrin, pêwîst e tevahiya pirsgirêkan di çarçoveya diyalogeke aşkere de bêne çareserkirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê got jî, pêwîst e Bexda mafên Hewlêrê bide. Amaje bi wê jî kir, wî çendîn car e ligel serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê rûbirûbûna DAIŞê guftûgo kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Îbrahîm Caferî di konferansê de got, di civîna ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê de behsa pêwîstiya vekişandina hêzên Tirkiyê ji Iraqê de kiriye.
Caferî da zanîn, pêwendiyên bazirganiyê di navbera Iraq û Tirkiyê de bi awayekî berçav bi paş ve çûye.
Serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê hevdem e ligel destpêkirina operasyona kontrolkirina Tileferê ye, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 19 vê mehê operasyona leşkerî ya li dijî DAIŞê li wî bajarokî ragihandibû. Tirkiye jî li hember beşdariya Heşda Şeibî di wê operasyonê de nîgeraniya xwe nîşan dabû.
Herwiha li Herêma Kurdistanê jî, biryar e di meha bê de referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve biçe, Tirkiye jî çend car in ragihandiye ku ew vê gave bi riyeke rast nabînin.