Baydemir bersîva Bahçelî da
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Osman Baydemîr nerazîbûnek tûnd li dijî gefên Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî yên derbarê referandûma serxwebûnê de nîşan da.
Herwiha rexne li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî girt û da zanîn ko referandûma serxwebûnê mafeke rewa û demokratîk yê Kurdan e.
Baydemir got, gefên li ser gelê Kurd ê 40-milyonî ne mafê kesî ye. Çima mafê ji we re rewa be, ji Kurdan re nerewa be. Ev ne helwêstek mirovî ye.