Gabriel: Tirkiye bi vê rewşê nikare bibe endamê YE

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel dibêje: Tirkiye di bin rêveberiya Recep Tayîp Erdogan de ti carî nikare bibe endamê Yekitiya Ewropayê.

Gabrîel ji Rojnameya Almanî Bîldê re axifî û da zanîn ko Tirkiye bi rewşa xwe ya niha nikare bibe endamê Yekitiya Ewropayê. Sedema vê yekê jî ne Ewrope ye lê Tirkiye ye. Hikûmeta Tirkiyeyê û Tayîp Erdogan roj bi roj ji hejayiyên Yekitiya Ewropayê dûr dikevin. Gabrîel herwiha rexne li Erdogan girt ko pêvajoya gûftûgoyên Yekitiya Ewropayê cidî wernagre. Heta ko Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê ye ew welat nikare bibe endamê Yekitiya Ewropayê.