Rojnamegerên Sînornenas ji Tirkiye xwestin Bureau berde
K24 – Navenda Nûçeyan
Li paytexta Fransayê Parîsê, bi pêşengiya Rojnamegerên Sînornenas xwepêşanek hat kirin û ji Tirkiyê hat xwestin ku rojnamegerê Fransî Loup Bureau (Lop Buro) bê berdan. Bang li Serokê Fransayê jî kirin derbarê mijarê de gav bavêje.
Xwepêşandêr li Parîsê civiyan û bang li hikûmeta Tirkiyê kirin ku, peyamnêrê Fransî bê berdan ku, bi tometa terorê hatibû zîndankirin.
Loup Bureau, dema xwestibû ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakur bibe hatibû binçavkirin û di ser wî de hin fotoyên gerîlayên PKK û hevpeyvînên ku bi wan re kirine, hatibûn desteserkirin.
"Rojnamegerên Sînornenas" ku rêxistineke sivîl e, da xuyakirin, Bureau ev 30 roj in girtî ye.
Christophe Deloire – Birêvebirê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas got:
"... Serokê Fransa Emmanuel Macrod berê derbarê Loup Bureau de bi hevpostê xwe yê Tirkiyê re axivî. Em li benda axaftina duyemîn in ku taybet bo vê mijarê. Divê Tirkiye gavek zûtir dest ji van karên pêkenok berdin. Azadiya rojnamegerî bo rojnamegerên Tirkiyê jixwe nemaye, mixabin ev yek gehîştiye rojnamegerên biyanî jî."
Fransa dixwaze bi rêya dîplomatîk mijarê çareser bike, lê xwepêşandêr dixwazin divê bi awayek lezgîn bi rayedarên Tirkiyê re pêwendî bên danîn.
Loic Bureau – Bavê rojnamegerê frensî Loup Bureau diyarkir:
"... Her roj li benda xebera azadiya kurê xwe me. Baweriya min heye ku kurê min xebatên xwe pêşkêşî Zanîngeha Brukselê bike ku hê xwendekar e. Dixwazim li vir be. Dibe ku bi mehan di zîndanê de bimîne û êşeke mezin e."
Tirkiye, şervanên YPG wek baskekî PKK dibîne. PKK beriya 33 salan hember Tirkiyê dest bi şerê çekdarî kir û ji hêla Enqere, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve wek rêxistina terorê tê binavkirin.
Mijara zîndankirina rojnamegeran, babeteke sereke ya nakokiyên navbera Tirkiye û welatên Yekîtiya Ewropayê ne ku, niha li Tirkiyê 170 zêdetir rojnameger girtî ne.