Rayan Dilon: Alîkariya bo Pêşmerge dom dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Rayan Dilon tekezî li ser wê yekê kir ku, Encamdan a referandûmê bandorê li ser alîkariya hêzên Pêşmerge nake û ew dê bi alîkariya Pêşmerge berdewam bin.

Dilon got ku, rêza wan ji bo Pêşmerge heye û heta ku DAIŞ hebe, ew dê alîkariyê bikin.