Tirkiye hêza xwe li hember Efrînê zêde dike

Arteşa Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê li beramberî Efrînê zêdetir dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê li beramberî Efrînê zêdetir dike.

Medyayên Tirkiyê belav kirin, Arteşa Tirkiyê 6 wesaîtên topbarankirinê yên bi cûreya obûs û 4 wesaîtên zirxpoş şandin bajarê Kîlîsê. Hat zanîn wesaîtên topbarankirinê û wesaîtên zirxpoş dê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê beramberî bajarê Afrînê werin bicihkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh derbarê egera operasyoneke nû ya li dijî Efrînê de ragihandibû, heta şert û mercên rewa peyda nebin ew nikarin dervayî sînorên xwe operasyon pêk bînin.

Demek e berpirsên bilind ên Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Efrînê dikin û car caran jî wê herêmê topbaran dikin.