Li Kerkûkê teqîn: Pêşmergeyek şehîd bû
Li rojavayê bajarê Kerkûkê û ji ber teqîna bombeyeke çandî bi otombîleke veguhastina hêza Pêşmerge de, Pêşmergeyek şehîd bû û 6 Pêşmergeyên din birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê bajarê Kerkûkê û ji ber teqîna bombeyeke çandî bi otombîleke veguhastina hêza Pêşmerge de, Pêşmergeyek şehîd bû û 6 Pêşmergeyên din birîndar bûn.
Îro berî nîvro, bombeyeke li tenişt riya di navbera navçeya Îsmaîl Awa û Xeraberût li rojavayê Kerkûkê hatibû çandin, dema otombîla Pêşmerge derbas bû, pê de teqiya.
Li gor zanyariyan, Pêşmergeyê bi navê Mehmûd Ezîz ku xelkê Seyid Sadiq e û xaneşîn bûye şehîd bû û 6 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn, rewşa birîndarekî ne cîgir e û ji bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatiye veguhastin.

